TR KU SO
FB X
Kurdistan

CPT: Ji 2yê Adarê ve di navbera PKK û artêsa Tirk de ti ser û pevçûn çênebûne

Hevi Turan
Nivîskar
📅 04 adar 2025 20:29

PeyamaKurd - Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran OUsman ragihand ku li nav Herêma Kurdistanê di nav 2 rojên dawî de, di navbera çekdarên PKKê û artêşa Tirkiyeyê de ti êrîş an şer derneketine.

Berpirsê CPTyê Kameran Osman ji Rûdawê re gotiye: “Di nava 45 saetên dawî de artêşa Tirkiyeyê ti êrîş li axa Herêma Kurdistanê pêk neanîne. Di navbera PKK û leşkeran de ti şer derneketine.”

Osman da zanîn ku CPT li qadê operasyonên leşkerî yên Tirkiye û Îranê yên li Herêma Kurdistanê dişopîne û destnîşan kir ku êrîşa dawî ya artêşa Tirkiyeyê 2yê Adarê li nêzîkî gundê Sêgirê yê navçeya Amêdiyê ya Duhokê pêk hatiye û di nav 45 saetên dawî de ti şer û pevçûnek çênebûye.

Parve bike: