Dadgehê KCD wekî rêxistineke PKKê pênase kir û cezayê Irmak pesend kir
PeyamaKurd – Parlamentara berê ya HDPê û rêvebira Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak ku hîn jî li girtîgehê girtî ye, cezayê 7 sal û 6 mehan ê lê hatibû birin ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat pesendkirin.
Parlamentera HDPê ya Berê Selma Irmak meha Adara 2020an jî ji dozeke 'propagandaya rêxistinê' beraet kiribû, lê belê ji doza KCDê ya bi hinceta propagandaya terorê û hevgirêdana KCDê bi KCKê re darizandina wê berdewam dikir.
Dadgeha Bilind a Tirkiyê piştî bidawîkirina lêkolînên li ser dosyeya Selma Irmak biryara dadgeha sizaya giran a ku ceza dabû Irmak di cih de dît û KCD wek rêxistineke girêdayî KCKê ya ‘rêxistina terorî’ bi nav kir.
Dadgehê herwiha di biryara xwe de got ku Selma Irmak erkên xwe yên parlamentertiyê jî bi xirabî bikar anîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, dema li Tirkiyê pêvajoya bi navê aştiyê hatibû destpêkirin, KCD jî wekî komeleyeke rewa ji aliyê deshilatdariya niha ya AKPê ve hatibû destnîşankirin û bo Parlamentoya Tirkiyê jî hatibû vexwendin.
Lê belê di biryara dadgehê de wekî rêxistineke girêdayî PKK/KCKê ya terorî hatiye pênasekirin.