Kurdistan
DAISê êrîsî ser xaleke artêsa Iraqê kir: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Li gundekî Xaneqînê DAIŞê êrîşî ser xaleke artêşa Iraqê kir û di encamê de 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke artêşa Iraqê li gundê Keşkolê yê ser bi Nahiya Qeretepe ve kir û di encamê de 3 leşker hatin kuştin û leşkerek din jî birîndar bû.
Di berdewamiyê de hat gotin, termên her du leşkerên kuştî û her du birîndar ji bo nexweşxaneya Gulale ve hatin veguhastin.
Herwiha hat eşkerekirin, şerekî giran di navbera çekdarên DAIŞ û artêşa Iraqê de derket. Pişt re jî hêzeke artêşa ji Qeretepe bi hawara wê xala leşkerî ve çû, lê di rê de bombeyek bi wan de jî teqiya.