Daneyên dawîn yên koronayê li Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, kesekî 51 salî li Hewlêrê jiyana xwe ji dest daye û hejmara kesên can dane gihîştiye 8 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê îro (02.06.2020) ragihand ku ew kes bi sedema ku nîşaneyên koronayê pê re hebûne di roja 27ê Gulanê de li nexweşxaneyê hatibû razandin. Wezaretê herwiha diyar kir ku ew kesê jiyana xwe ji dest daye xelkê qeza Deşta Hewlêrê, Bineslawe bûye û pêştir nexweşiyeke din a kûjer pê re hebûye.
Li gorî daxuyaniya wezaretê Ew kes piştî ku 5 rojan ku li nexweşxaneyê bi awayekî întensîf hat razandin, jiyana xwe ji dest daye.
Li gor daneyên herî dawî yên Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, heta niha 745 kes bi koronayê ketine û ji wê hejmarê 420 kes baş bûne.
Bi mirina vî nexweşê koronayê li Hewlêrê, hejmara tûşbûyên koronayê yên ku ji detspêkê ve heta niha li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, gihîşt 8 kesan.