TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dema civîna danûstandinên stratejîk ên ligel Amerîkayê eskere bû

Hevi Turan
Nivîskar
📅 07 hezîran 2020 19:16

PeyamaKurd – Dîroka destpêkirina yekem civîna danûstandinên bo rêkeftina stratejîk ên Amerîkayê ligel Iraq-Kurdistanê hat eşkerekirin.

Nûnerê Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ragihand, civîna danûstandinên stratejîk 11ê Hezîranê tê sazkirin.

Îsa herwiha da zanîn ku heyeta Herêma Kurdistanê jî beşdariyê li wan danûstandinan dike.

Herwiha hat zanîn ku wê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî seroktiya şanda Kurdistanê bike.

Parve bike: