TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dema yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê salek hat dirêjkirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 09 cotmeh 2022 14:35

PeyamaKurd – Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Îro Yekşemê li ser pêşniyaryasaya berdewambûn û dirêjkirina dema pêncem a parlamentoyê civiya.

Di rûniştina îro Yekşemê ya parlamenê de, projeyasaya bi îmzeya parlamenterên fraksiyonên PDK, YNK û Gorran û pêkhateyan bo dirêjkirina dema yasayî hatibû pêşkeşkirin çû ber dengdanê.

Di dengdana ku 80 parlamenteran dengê ‘belê’ bikar anî de, dema yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê ji bo salekê hate dirêjkirin.

Armanca derxistina vê yasayê ew bû ku heta dema encamdana hilbijartinan valatiye yasayî çênebe.

Parve bike: