DEMê li ser banga Ocalan daxuyaniya ewil da: PKK dê biryara xwe bide
PeyamaKurd – Berdevka Partiya DEMê Ayşegul Doganê li ser banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan daxuyanî da.
Doganê got, “Çêdibe ku em banga Abdullah Ocalan weke pêşniyarekê jî bibînin” û anî zimên ku “PKK dê biryara xwe bide, bang li wan hatiye kirin.”
Doganê diyar kir ku ew weke Partiya DEMê piştgiriyê didin bangê û got:
“Em weke DEMê ji banga Ocalan kêfxweş in û em piştgiriyê didin vê bangê.”
Berdevka Partiya DEMê Ayşegul Dogan di bernameyeke Rûdawê de axivî û got,
“Tu bingehekî qanûnî yê pêvajoyê nîne, ev metirsî ye. Guherînên qanûnî pêwîst in.”
Doganê diyar kir:
“Em bi salan e dibêjin ku yekîtiya Kurdan prensîbeke bingehîn e. Niha jî yekîtiya Kurdan pêwîstiyek e.”
Doganê diyar kir ku banga Ocalan bo vîdeoyê nehate kişandin û got, “Vîdeoya Ocalan tunebû, xwezî dengê wî bihata bihîstin û rûyê wî bihata dîtin.”
Doganê der barê armancên PKKyê de jî diyar kir:
“PKK netewe-dewletê naxwaze, ev diyar e. Pirsgirêka Kurdî pirsgirêka nasnameyê ye, tenê bi mafên çandî nayê sînordarkirin.”
Wê gotinên yek serkirdeyekên PKKyê Mûrat Karayilan jî bi bîr anîn û pê de çû ku “Gotinên wek ‘yek milet, yek ziman nayê qebûlkirin’.”
Doganê tekez kir ku der barê pêvajoyê de tu nexşerêyek bi wan re nehatiye biparvekirin.