TR KU SO
FB X
Kurdistan

DEMê li ser qeyûmê bo saredariya Wanê hat tayînkirin, daxuyanî da

İlyas batu
Edîtor
📅 15 sibat 2025 12:13

PeyamaKurd – Piştî biserdegirtina danê sibehê ya ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê qeyûm hat tayînkirin. Piştî vê wezîfeyê Partiya DEMê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya ku dibêje, "Ev derbe ye” wiha dewama dike: 

“Ev derbe ye! Derbeya qeyûm a nîvê şevê ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê pêk hat, derbeya li dijî vîna gel e. 

Em biserdegirtina avahiya şaredariya xwe, êrîşa bi gaza rondikrêj û guleyên plastîk ên li ser gel, lêdan û binçavkirina zarok û kal û pîran şermezar dikin! Em ê serî li ber vê bêhiqûqiyê netewînin. Em ê li hemberî îradeya emanetê ya gelê Wanê rawestin!”

Parve bike: