TR KU SO
FB X
Kurdistan

Desteya Mafên Mirova ya Kurdistanê êrîsa PKKê bi tundî sermezar kir

Leyla Denli
Nivîskar
📅 27 gulan 2022 14:50

PeyamaKurd – Desteya Mafên Mirova ya Kurdistanê, daxuyaniyek di derbarê kuştina sivîlan ji aliyê PKKê ve belav kir û êrîş bi tundî şermezar kir.

Desteya Mafên Mirova ya Kurdistanê li ser êrîşa do ya PKKê li dijî gundekî devera Amêdiyê daxuyaniyek belav kir û eşkere kir, di êrîşa PKKê de du zarok şehîd bûn û yek jî birîndar bû. Ew bi tundî wê êrîşa li ser xelkê sivîl şermezar û riswa dikin.

Herwiha Desteya Mafên Mirova bang li PKKê kir û got, dest ji wan karên dijmirovî berde û rêzê li serweriya Kurdistanê bigire û êdî xaka Herêma Kurdistanê ji bo armancên xwe yên xerab bikar nehîne.

Parve bike: