TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di baraja Atatürk de cesedê jinekî hat dîtin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2021 00:59

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê li navçeya Samsatê di bendava Atatürk de cesedê jinekî hat dîtin. Li gor agahiyan li navçeya Samsatê, nêzî gundê Uzuntepe li ser avê cesedê jinekî hat dîtin.

Hemwelatiyên ku cesed dîtin xeberê dan tîmên cendirmeyan û di demekî kurt de tîmên cendirmeyan û AFAD ê çûn ciyê bûyerê. Her dû tîm cesed ji avê derxistin. Hat tesbîtkirin ku cesed yê jinekî bi navê Zahide Deniz e ku 56 saliye.

Piştî lêkolîna pêşîn ya li ciyê bûyerê hatkirin, cenaze birin nexweşxana dewletê ya Samsatê. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.

Parve bike: