TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di êrîsa guran de 50 mîh mirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 29 nîsan 2023 22:14

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Hakkariyê li navça Geverê li gundê Karliyê li mezra Çimenliyê ji bo heywanên xwe biçêrîne, kesê bi navê Selman Toros (45) heywanên xwe bir merayê û ji nîşka de gurên xwe ji çiya berdan merayê, êrîşê heywanan kirin. Di êrîşa guran de 50 mîh bi devê guran çûn. Niha 20 mîhên wî wenda ne û çend heb jî birîndarin.

Torosê xwediyê 200 heywanan bi alîkariya gundiyan karibû guran ji deverê dûr bike lê zerara mezin ji êrîşê dît.

Parve bike: