TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di înşaatê de qeza çêbû û 2 bira mirin

📅 21 sibat 2026 00:09

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li devera sanayiya organîze, li taxa Koçörenê di seha înşaatê de qezayekî qewimî û 2 bira can dan.

Li gor ragihandinê; 2 birayên ji Sûriyê di seha înşaatê de ji xwe re dileyîstin. Profîlê hesin ket ser her dû birayên bi navên Gazale Şeriy (11) û Ahmet Şeriy (2).

Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê û cendirmeyan, tîm çûn ciyê bûyerê. Di kontrolkirna tîmên tenduristiyê de, dîtin ku her dû bira can dane.

Cenazen her dû zarokan birin morga Tiba Edlî ya Rihayê. Cendirme li ser rûdanê lêkolîna xwe da destpêkirin.

Parve bike: