Kurdistan
Di qezayê de 2 kes can dan û 2 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Başûrê Kurdistanê li bajarê Helebçeyê li ser rêya Helebçe û Seyîd Sadiq, nêzîkê gundê Qacir otomobîlekî wergeriya. Di qezayê de 2 kes can dan û 2 kes birîndar bûn. Berdevkê polîsê trafîkê Berzan Osman bo BasNewsê ragihandiye ku qeza di şevê de çêbûye û agahiyan daye.
Li gor ragihandina berdevkê rêvebiriya trafîkê Berzan Osman birînên birîndaran giran bûye û wan şandine nexweşxaneya Silêmaniyê.