Kurdistan
Di sewata Çinar û Semrexê de 11 kesan can dan
PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ragihand ku hejmara kesên di şewata li navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê canê xwe ji dest dane gihîştiye bûye 11..
Doh bi şev, di derdora demjimêr 21:30an de, li deşta navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê agir bi zeviyan ketibû.
Di derbarê agirê ku ji ber ba û bahozê li 8 gundan belav bûbû de hatibû gotin ku 5 kesan canê xwe ji dest daye.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca di derbarê şewatê de daxuyanî da û ragihand ku hejmara kesên canê xwe ji dest dane bûye 11.
Wezîrê Tirkiyeyê herwiha diyar kir kir ku ji ber şewatê 78 kes jî birîndar bûne.