TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dijeterora Kurdistanê 2 terorîstên DAISê radestî Dadgeha Mûsilê kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 27 sibat 2022 22:46

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Dijîterora Kurdistanê 2 terorîstên DAIŞê desteser kir û radestî dadgeha Mûsilê kir.

Di daxuyaniyeke nivîskî ya Dijîterora Kurdistanê de hat ragihandin, wan du terorîstên DAIŞê ku beriya niha li bajarê Hewlêrê hatibûn girtin, radestî dadgeha Mûsilê kir.

Dijîterora Kurdistanê da xuyakirin, ew terorîstên DAIŞê ku roja 21ê Cotmeha sala borî hatibûn girtin, îro 27ê Sibata 2022yan bo Dadgeha Mûsilê hatine radestkirin.

Hat zanîn navê terorîstên bo dadgehê hatine radestkirin Faris Nûrî Mihemed Xedîr û Ebdulkerîm Nûrî Mihemed Xedîr e.

Parve bike: