TR KU SO
FB X
Kurdistan

Endamekî ENKSyê li Qamisloyê serbest hat berdan

İlyas batu
Edîtor
📅 26 berfanbar 2024 19:00

Ragihandina Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) îro diyar kir, endamê wê Remedan Hacî îro (26.12.2024) ji girtîgeheke Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê serbest hatiye berdan.

Remedan Hacî roja 29ê tîrmeha îsal li Qamişloyê hatibû girtin.

Serokê ENKSyê Silêman Oso û Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûrieyyê (PDK-S) Mihemed Ismaîl li bajarê Qamişloyê, pêşwaziya Remedan Hacî kirin.

Remedan Hacî bavê 2 Pêşmergeyên Roj e, ji gundê Meşûqê yê Qamişloyê ye, endamê Xwecihiyên Tirbespiyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ye.

Parve bike: