Ereban li Singalê dest daniye ser erdên du esîrên Kurdên Êzidî
PeyamaKurd - Wekîlê Mîrê Êzdiyan ê Karûbarên Pêwendiyan Mîr Cewher Elî Beg got, li qeza Şingalê erdê du eşîretên êzidî ji aliyê ereban ve hatiye dagirkirin û her bi çi rêyê be pêwîst e ew erd ji êzdiyan re bên vegerandin.
Li gorî nûçeya BasNewsê Wekîlê Mîrê Êzidiyan ragihandiye; “Êrdê eşîretên Simoqya û Qeyranya li qeza Şingalê ji aliyê ereban ve hatiye dagirkirin. Erd bixwe li ser navê êzdiyan e, lê piştî Heşdî Şeibî hatiye Şingalê, careke din ereban dest daniye ser erdê wan. Em dixwazin hikûmeta Iraqê wan erdan bo êzdiyan vergire. Ji ber erd ê êzdiyan bixwe ye û ereb erdê êzdiyan bikar tînin û nahêlin êzdî çandiniyê lê bikin.”
Elî Beg got, niha Heşdî Şeibî û komên çekdar ên desthilat li wê devera Şingalê hene, ji ber wê niha vegerandina wî erdî bo êzdiyan zehmet e û rûbereke mezin ê wî erdî ketiye destê ereban.
Sala 1974an bi zorê erdên êzdiyan li Şingalê hatin desteserkirin û ereb li ser hatin bicihkirin. Piştî rûxana rejîma Beasî ya Iraqê, di sala 2003yan de careke din êzidiyan erdên xwe çandin. Niha jî piştî Heşdî Şeibî û komên çekdar hatin Şingalê ew erd careke din ketin dest ereban.