Kurdistan
Êrîsa balafirên bêmirov li Zaxoyê!
PeyamaKurd – Yekîneya Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê ragihand, baregeha Hêzên Sînor ê li Zaxoyê bi balafireke bêpîlot hatiye hedefgirtin. Ji ber êrîşê kuştî û birîndar çênebûne.
Hat diyarkirin, li navçeya Batîfa ya Zaxoyê navenda lîwaya 1. a Pasevanên Sînor bi balafireke bêpîlot a bombebarkirî rastî êrîşê hat.
Dijî Terorê ya Kurdistanê da zanîn, navenda hêzên sînorî yên li navçeya Batîfa ya Zaxoyê rastî êrîşa balafireke bêpîlot a bombebarkirî hatiye.
Hat diyarkirin ku di êrîşa ku di saet 14:25an de hat kirin de zirara madî çêbûye.
Hat diyarkirin drona navborî ji gundên ku hêzên PKKê lê ne hatiye şandin.