TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ewropa amadekariya danîna dorpêçên bilez û bi bandor li ser Îranê dike

Hevi Turan
Nivîskar
📅 19 cotmeh 2022 21:25

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropa (YE) ku çend roj berê ji ber tepeserkirina protestoyên piştî kuştina Jîna Emînî dorpêç danîbû ser 11 berpirsên ragihandin û ewlekariya Îranê, amadekariya sepandina dorpêçên bilez û bi bandortir li ser Îranê dike.

Berdevka Komîsyona Ewropayê Nabila Massralî ragihand, "Êdî me delîlên têr û tije berhev kirin. Ji bo bersiveke zelal, bilez û bibandor xebatên Konseya YEyê dewam dikin.”

Hêjayî gotinê ye, Yekîtiya Ewropa hem ji bo bikaranîna dronên Îranê li Ukraynayê hem jî ji bo tepeserkirina protestoyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo ferzkirina dorpêçên nû li ser Îranê dixebite ku yekem car di civîna 17ê Cotmehê ya Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê de ew mijar hatibû rojevê.

Parve bike: