Fermandarê Gistî yê CENTCOMê serdana Rojava kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Fermandarê Biryargeha Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla çûye Rojava û serdana HSDê kiriye.
Di daxuyaniya nivîskî ya CENTCOMê de hat destnîşankirin ku Kurilla doh (16.01.2024) li Sûriyeyê serdana leşkerên Amerîkayê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir.
Hat ragihandin ku Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê Kevin Leahy û fermandarê payebilind ê Amerîkayê Michael Brooks jî ligel Kurilla bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Kurilla serdana Sûriyê kir û bi serbaz û fermandarên Amerîkî yên li herêmê bi cih bûne û nûnerên HSDê re civiya û hewldanên ji bo rêgirtina li vejîna DAIŞê li herêmê û pêşveçûna rewşa Sûriyê nirxand.
Hate ragihandin ku Kurilla herwiha çû serdana kampên li Rojava ku zêdeyî 40 hezar kes di nav de endamên DAIŞê û malbatên wan jî hene.
"General Kurilla tekez kir ku CENTCOM berdewam e li ser piştgirîkirina vegerandina niştecihên kampên Hol û Roj. Kurilla herwiha dupat kir ku CENTCOM wê berdewam be li ser xebata bi civaka navdewletî re ji bo vegerandina endamên DAIŞê ji bo biryara dawî."