TR KU SO
FB X
Kurdistan

General Mazlûm Kobanî li ser rewsa dawî ya Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir

📅 31 cotmeh 2019 17:51

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî îro ragihand, Tirkiye pabendî rêkeftina agirbestê nîne û tekez kir, “Tirkiye li gel komên komên çekdar ên tundrew hewla kontrolkirina Til Temir dide.”

Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê rewşa herî dawî ya Rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir. General Mazlûm Kobanî (Ebdî) dibêje: “Tirkiye pabendî rêkeftina agirbestê nîne, ya ku bi Amerîkayê re kiriye û berdewame li ser êrîşên xwe.”

— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) October 31, 2019

General Mezlûm herwiha amaje bi hewldanên Tirkiyê bo kontrolkirina bajarokê Til Temir dike û tekez dike: “Tirkiyê li gel komên çekdarên tundrew dest bi dagîrkirina gundên Xiristiyanan kiriye û hewl dide bajarokê Til Temir, ku piraniya xelkê wê ji Aşûriyan ku di bin gefa tunekirinê de ne, dide.”

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha bang li Amerîkayê dike û dibêje: “Pêwîst e Amerîka girêdayî soz û pabendiyên xwe be û erkên xwe pêk bîne.”
 

Parve bike: