TR KU SO
FB X
Kurdistan

Generalê Amerîkî: Hêzên Pêsmerge serkeftineke mezin bi dest anîn!

Hevi Turan
Nivîskar
📅 01 nîsan 2021 18:34

PeyamaKurd – Generalê Amerîkî John Techer ku erka wî bi dawî bû ligel Fermandarê hêzên Amerîkî yên li Hewlêrê Goliath Gen, serdana Wezareta Pêşmerge kir.

Di serdana ku doh 31ê Adarê pêk hat de, fermandarên Amerîkî bi Wezîrê Hêzên Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û berpirsê wezareta Pêşmerge re civiyan.

Şoreş Îsmaîl di hevdîtinê de ji ber alîkayên Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge pasiya fermandarên Amerîkî kir û got, “Em ê alîkariyên wê yên bo têkdana terîstên DAIŞê û dostaneya we qet jibîr nekin.”

Generalê AmerîkîTeichert jî pesnê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê da û got, “Hêzên Pêşmergeyên ku li herêmê parêzvanên aştî, aramî û demokrasiyê ne, serkeftineke mezin bi dest anîn.”

Teichert diyar kir ku ew gelekî pê serbilind e demeke dirêj bi Pêşmerge re derbas kiriye û wê ti carî vê ji bîr neke.

Parve bike: