TR KU SO
FB X
Kurdistan

Gestên rasterast di navbera Hewlêr û Cîddeyê de destpê dikin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 05 nîsan 2023 14:34

PeyamaKurd – Îro yekem geştên asmanî yên rasterast di navbera Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdiyê de destpê dikin.

Alîkarê Konsulê Giştî yê Erebistana Siûdî li Hewlêrê Xalid Şemranî di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re ragihand, ji îro pê ve geştên asmanî yên navbera Hewlêr-Cidde destpê kirine.

Şemranî balkişand li ser wê yekê ku destpêkirina geştên asmanî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdiyê de, wê pêwendiyên aborî jî bihêztir bike û got: "Ev sefer girîng e ku hec û heciyên Umreyê rasterast biçin Siûdiyê. Ev pêngav wê di warê aborî de jî bi Erebistana Siûdî û Herêma Kurdistanê û bi giştî bi Iraqê re dînamîkekê peyda bike.”

Şemranî da zanîn, di serî de geştên asmanî wê di navbera Hewlêr û Cîddeyê de bin.

Parve bike: