TR KU SO
FB X
Kurdistan

Gundên li Çiyayê Xamtîr hatin valakirin

Ruken güler
Nivîskar
📅 20 nîsan 2022 17:56

PeyamaKurd-Ji ber şerê navbera PKKê û Artêşa Tirk ê li deverên Herêma Kurdistanê, bi dehan gundên derdora Çiyayê Xamtîr hatine valakirin. Şêniyên van gundan ji rayedaran daxwaza çareseriyê dikin.

Li Çiyayê Xamtîr 50 gundên li quntar hatin valakirin. Hat zanîn ku ji van gundan 9 jê, gundên mesîhiyan in. Şêniyên gundan dibêjin ku ji ber şer û pevçûnên navbera PKKê û Artêşa Tirk, ji bilî ziyanên canî, ziyanên madî jî gelek çêdibin. Hat diyarkirin ku di êrîşên topbaranê de çend dêr, mizgeft û dibistan wêran bûne. Gundiyan jî gazincên xwe ji rewşê anîn zimên û bang li Iraq, Tirkiye û Kurdistanê kir ku kêşe werin çareserkirin.

Parve bike: