Kurdistan
Hejmara miriyên erdheja Xarpêtê gihîst 39an
PeyamaKurd – Hejmara miriyên erdheja Xarpêtê piştî derxistina sê cenazeyên din ji bin kavilên xaniyên hilweşiyayî gihîşt 39 kesan.
Di erdheja Xarpêtê de ku 24ê mehê bi tundiya pileya 6,8an rû dabû û navenda wê navçeya Xûxê (Sivrice) bû, li gorî zanyariyên fermî 72 avahî bi temamî hilweşiyan û bi hezaran avahî jî ziyandar bûn.
Li gorî amarên fermî bêhtirî hezar û 600 kes di erdhejê de birîndar bûn ku herî dawî 104 kes di bin çareseriyên pizîşkî de mane.
Piştî erdheja mezin a şeva Înê bêhtirî 670 erdhejên paşko çêbûne ku hîn jî ew erdhej berdewam dikin.
Bi hezaran xelkên herêma erdhejê li derve dimînin ku li benda alîkariyan in.