TR KU SO
FB X
Kurdistan

Herêma Kurdistanê heta dawiya salê hewla pêswazîkirina 10 milyon gestiyaran dike

Hevi Turan
Nivîskar
📅 23 hezîran 2024 19:01

PeyamaKurd - Rêveberê danasîn û bazarkirina geştiyariyê li Herêma Kurdistanê Sîrwan Tofîq got, 400 hezar geştiyaran berê xwe daye Herêma Kurdistanê û plana wan ew e, îsal hejmara geştiyaran bigehe 10 milyonan.

Sîrwan Tofîq ragihand, di cejna Qurbanê de 400 hezar geştiyaran berê xwe dane Herêma Kurdistanê û da zanîn, hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wê yekê ye ku hejmara geştiyaran îsal bigîhîne 10 milyon kesan.

Tofîq diyar kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê planeke heşt salî ji bo pêşxistina jêrxana sektora geştiyariyê daniye, ji bo ku li temamê Herêma Kurdistanê bala veberhêneran rakêşe û di vê sektorê de veberhênanê bikin.

Parve bike: