TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hevpeymaniya Navdewletî zêdetirî 1 milyon dolaran alîkariya leskerî gihand hêzên Pêsmerge

Hevi Turan
Nivîskar
📅 16 hezîran 2021 20:27

PeyamaKurd  - Hat ragihandin ku îro Çarşemê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, di çarçoveya têkoşîna dijî terora DAIŞê de, bi nirxê zêdetirî yek milyon dolaran alîkariya çek û amûrên leşkerî pêşkeşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Li gorî ragihandina şaneya ragihandina ewlehiya Iraqê, ew alîkariya hevpeymaniyê di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistina terorîst DAIŞê û parastina sînoran de hatiye şandin ku beşek ji wê alîkariyê bo hêzên Pêşmerge hatiye terxankirin.

Hevpeymaniyê di sala 2021ê de cara çarem e alîkariyên leşkerî ji hêzên Pêşmerge re dişîne ku îsal bi zêdetirî 3 milyon dolaran alîkarî gihandiye hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Hevpeymaniyê beriya niha jî 100 wesayîtên Humvee, ambulans û wesayîtên zirxî ji Pêşmerge re şandibûn.

Parve bike: