TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hevserokê saxa Batmanê yê DEM Partiyê Mesut Tekik xistin binçav

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 26 nîsan 2024 00:07

PeyamaKurd – Serdozgeriya bajarê Batmanê bangî hevserokê şaxa Batmanê yê DEM Partiyê Mesut Tekik kir da îfadê wî bistîne û paşî hêzên asayîşê wî xistin binçav.

Duhî, hêzên asayîşê li bajarê Batmanê li baregeha DEM Partiyê 4 seet lêgerîn kiribûn. Polîs dest danîbû ser alavên li partiyê û îro jî polîs bangî hevserokê DEM Partiyê Mesut Tekik kir da here baregeha asayîşê.

Tekik, li baregeha asayîşê xistin binçav û piştî îfadên wî bistînin, wê wî bişînin edliyê ji bo dadgehê.

Parve bike: