TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hewlêr | Karta derziya koronayê di karên îdarî de dibe neçarî

Hevi Turan
Nivîskar
📅 14 mijdar 2021 21:26

PeyamaKurd - Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed da xuyakirin ku ew ê karta derziya Koronayê bikin merc ji bo bicihanîna karên îdarî yên xelkê.

Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed di civîneke rojnamevaniyê de eşkere kir, ew ê êdî karta derziya Koronayê ne tenê ji bo sefer û geştkirinê ji bo karên îdarî jî bikin merc.

Dr. Dilovan Mihemed got, heta niha zêdetirî 40 hezar kartên derziya korona hatine çêkirin û teslîmî xwediyên wan hatine kirin.

Hat diyarkirin, her kesê ku du doz derzîyên koronayê li xwe dabe dikare karta derziyê bistîne û nirxa wê jî tenê 5 hezar dînar e.

Parve bike: