TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hikûmeta Iraqê sandina 700 mîlyar dînaran bo Kurdistanê pesend kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 17 îlon 2023 19:55

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Iraqê, îro bi seroktiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.

Di civîna îro Yekşemê 17ê Îlonê de, biryar hate dayîn ku mehane 700 milyar dînar wek deyn ji bo 3 mehan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bê şandin.

Li gorî zanyariyan, Encûmena Wezîran a Iraqê di civîna îro de pêşniyara şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê pesend kir û biryar da ku 700 milyar dînar wek deyn ji bo 3 mehan ji karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re were şandin.

Biryara şandina pere piştî serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda bilind a Kurdistanê hate dayîn.

Parve bike: