TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSDê bi hevkariya hevpeymaniya navdewtetî 6 DAISî desteser kirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 05 nîsan 2022 22:05

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî li navçeya Hosê ya rojhilatê bajarê Reqayê 6 kes ku yek ji wan jin e bi tohmeta DAIŞê desteser kirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku roja 4ê Nîsanê li navçeya Hosê ya rojhilatê bajarê Reqayê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê operasyonek ji bo girtina endam û şaneyên nehênî yên DAIŞê pêk anîn.

Hat diyarkirin ku di encama operasyonê de, 5 mêr û jinek bi tohmeta hebûna têkiliyên wan bi DAIŞê re hatin desteser kirin.

Parve bike: