TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSDê li Dêrezorê li dijî DAISê operasyonek pêk anî

📅 30 mijdar 2019 16:36

PeyamaKurd Hêzên HSDê li rojhilatê Dêrezorê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê operasyonek pêk anîn.

Li gor çavkaniyên xwecihî, di helmetê de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi dehan endamên berê yên rêxistina DAIŞê li bajarokê el-Hiweyic li rojhilatê Dêrezorê girtine. Li gor heman çavkaniyan, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi alîkariya hêzên HSD di helmeta girtinê de kirine.

Çavkanî diyar dikin ku di heman dema encamdana helmetê de, balafirên Hevpeymaniya Navdewletî li asmanê herêmê sortî dikirin.

Şevanên HSDê dibêjin ku bi dehan şaneyên razayî yên rêxistina terorîst a DAIŞê li herêma rojhilatê Dêrezorê hene.

Parve bike: