Kurdistan
HSDê operasyonek li dijî 2 baregehên çekdarên dewleta Tirkiyê pêk anî: 4 çekdar hatin kustin
PeyamaKurd – HSDê operasyonek li dijî 2 baregehên çekdarên dewleta Tirkiyê di navbera Til Temir û Zirganê de pêk anî û di encamê de 4 çekdar hatin kuştin.
Li gor çavkaniyên leşkerî eşkere kirin, HSDê do operasyonek li dijî baregehên çekdaran yên Minax û Kenhîr li dar xistiye.
Hat zanîn ku ev baregeh li herêma di navbera navçeyên Til Temir û Zirganê yên kantona Hesekê de ye û di encama operasyonê de 4 çekdarên dewleta Tirkiyê hatine kuştin.
Herwiha çekdarên dewleta Tirkiyê di heman rojê de hewl dane têkevin herêmê, lê hewldana wan ji aliyê HSDê ve hatiye têkbirin.