Îlham Ehmed derbarê Efrînê û komîteya destura Sûriyê daxuyanî dan
PeyamaKurd - Serkirdeyeka PYDê dibêje, nebûna nûnerên wan di komîteya nivîsandina Destûra Sûriyê de dibe sebeba komkujiyên nû li Sûriyê.
Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, ku di heman demê de serkirdeyeka PYDê ye jî, li ser “herêma ewle” ragihand, di çarçova pilana herêma ewle de, hêzên wan heta 5 km paşve vekişiyane û çekên giran jî heta 20 km ji sînor dûr xistine.
Li ser rewşa Efrînê jî, Îlham Ehmed got, rewşeke pir xirab li Efrîn heye. Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve xelkê direvînin û îşkence dikin, xwezaya wê dişewitînin, dîrok û cografiya wê diguhêrînin û guhartina demografî û siyaseta tirkkirina herêmê birêve dibin û nasnameya Efrînê diguhêrin.
‘EM JI NYyê DAXWAZ DIKIN BILEZ REWŞA EFRÎNÊ BÊ ÇARESERKIRIN’
Ehmed her wiha ragihand, ew ji civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî (NY) daxwaz dikin, bilez û bi garantiya navdewletî rewşa Efrînê bê çareserkirin, hemû çekdarên tê de jê derkevin û hemû derbiderên Efrînê vegerin ser mal û milkên xwe.
Li ser rewşa girtiyên DAIŞê jî, Îlham Ehmed ragihand, heta niha dadgeheke fermî ji bo dadgehkirina çekdarên DAIŞê yên biyanî nehatiye avakirin, ji ber vê ew daxwaza dadgeheke navdewletî li bakûrê rojhilatê Sûriyê dikin û ew daxwazin çekdar li herêma wan werin mehkemekirin.
‘KOMÎTEYA DESTÛRA SÛRIYÊ NÛNERTIYA HEMÛ GELÊN SÛRIYÊ NAKE’
Îlham Ehmed li ser komîteya nivîsandina Destûra Sûriyê jî ragihand, ew komîte nûnertiya hemû gelên Sûriyê nake, wan di şerê li dijî DAIŞê de 11 hezar şehîd dane û bêhtir ji 20 hezar şervan jî birîndar bûne, lê nûnerên wan di wê komîteyê de nîne, ev jî bibe sedema rûdana komkujiyên din li Sûriyê.