Kurdistan
Iraq: Eger Amerîka-Îranê ser bikin em ê jî daxîl bibin
PeyamaKurd – Endamê Komîsyona Berevaniyê ya Encumena Ewlakariya Iraqê Kerim Ilevî ragihand ku eger di navbera Amerîka û Iranê de şerek derkeve dê Iraq jî beşdarî wî şerî bibe.
Kerim Ilevî destnîşan kir ku rageşiya li Tengavê zêde bûye û ev yek bandorê li Iraqê jî dike, Ilevî wisa axivî:
“Eger şerek derkeve wê Iraq jî beşdarî wî şerî bibe. Çimkî li Iraqê leşkerên Amerîkî hene û muhtemelen ew leşker dê li Iranê bidin. Iran jî dê bersivê bide.”