TR KU SO
FB X
Kurdistan

Iraq li ser sînorên xwe sîstema berevaniya hewayî bi cih dike

Leyla Denli
Nivîskar
📅 06 berfanbar 2022 15:19

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Iraq wê ji Fransayê pergala parastina hewayî bikire û li herêmên sînor bi cih bike.

Alîkarê Serokê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Mehdî Teqî Amirlî ragihand, bicihkirina hêzên federal li ser sînorê Tirkiye û Îranê ji bo serweriya Iraqê gaveke mezin û girîng e.

Amirlî got: "Hevdîtinên Serokwezîrê Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li ser vê mijarê girîng bûn."

Amirlî da zanîn, tê çaverêkirin beşeke din a sîstema berevaniya esmanî ya ku Iraqê ji Fransayê kiriye û eger hat, wê bi danîna wê li navçeyên sînorî were aktîfkirin.

Amirlî herwiha diyar kir ku Iraq dixwaze sîstemên berevaniyê yên pêşketî ji hin welatên din bikire.

Parve bike: