Kurdistan
Ji ber ser û pevçûnan, ji Singalê bi hezaran kes koçber bûn
PeyamaKurd-Şer û pevçûnên navbera YBŞ û Artêşa Iraqê, bû sedem ku zêdetirî 4 hezar kes ji xelkê Şingalê koçber bibin. Hat zanîn ku kesên koçber bûne, xwe gihandine navçeyên parêzgeha Duhokê.
Ji ber şer û pevçûnên di navbera çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Artêşa Iraqê de derketin, heta niha zêdetirî 4 hezar kesan ji Şingalê koç kir. Şer û pevçûnên ku li herêmê dewam dikin, dibin sedema aloziyan û ev jî di nav xelkê Şingalê de car din bû sedema awarebûn û koçberiyê. Hat zanîn ku tenê di 2yê Gulanê herî kêm 701 malbat ji sînorê qezaya Şingalê dest ji malên xwe berdane û koçber bûne.
Ji 1ê Gulanê ve li sînorê qezaya Şingalê di navbera Artêşa Iraqê û YBŞ de şer heye û hat zanîn ku di şer de çekên giran tên bikaranîn.