Kurdistan
Ji bo 5 parlamenterên HDPê fezlekeyên rakirina parêzbendiyê hatin amadekirin
PeyamaKurd – Serdozgeriyên Tirkiyê ji bo rakirina parêzbendiya 5 parlamenterên HDPê 9 fezleke amadekirin.
Hat zanîn ku ji bo 5 parlamenterên HDPê Parlamentera HDPê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan, Parlamentera HDPê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari, Parlamentera HDPê ya Diyarbekirê Remziye Tosûn, Parlamenterê HDPê yê Agirî Abdullah Koç û Parlamenterê HDPê yê Şirnexê fezlekeyên rakirina parêzbendiya parlamenteriyê hatin amadekirin.
Herwiha ji bo Parlamenterê Serbixwe Mensûr Işik jî fezlekeyek hatiye amadekirin.