Kurdistan
Ji HSDê agahiyên nû: Êrîsa ser hêzên me ji aliyê milîsên Îranê ve hat kirin
PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser êrîşa dronên kaîmkaze li Rojhilatê Dêrezorê ku 6 şervanên wan can dan, daxuyaniyeke nû belav kir.
HSDê derbarê êrîşa îro 5ê Sibatê danê sibehê ya li dijî akademiya perwerdeyê ya Hêzên Komandos a li Dêrazorê agahiyên nû parve kirin.
HSDê destnîşan kir ku komên ser bi Îranê ve berpirsê êrîşê ne û ji herêmên hikumeta Şamê ve ew êrîş kirine.
Navenda Ragihandina HSDê diyar kir: "Hêzên me, têkildarî êrîşê lêpirsîn kirin. Diyar bû ku milîsên Îranê ji herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de êrîş kirine."