TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Nêçîrvan Barzanî peyama salvegera wefata Mam Celal: Hêvîxwazê yekrêzî, tolerans û birayetiyê bû

Hevi Turan
Nivîskar
📅 03 cotmeh 2021 15:12

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta salvegera wefata Mam Celal peyamek belav kir û tê de got, ‘Mam Celal hêvîxwazê yekrêzî, tolerans û birayetiyê bû.’

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera koça dawî ya serokomarê berê yê Iraqê û sekretere giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mam Celal Talabanî peyamek belav kir.

— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) October 3, 2021

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya li ser medya civakî belav kiriye de got: “Îro di yadkirina koça Serok Mam Celal de bi rêzî yada xebat û têkoşîn ji bo bidestxistina mafên gelê Iraq û gelê Kurdistanê bi taybetî dikin.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn: “Mam Celal hêvîxwazê yekrêzî, tolerans û birayetiyê bû ku kilîda serkeftina me ye. Yada te bi xêr û rihê te şad.”

Parve bike: