TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Wezîrê Tirk daxuyaniya petrolê: Hîn ji Iraqê agahî nehatiye

Hevi Turan
Nivîskar
📅 19 sibat 2025 21:57

PeyamaKurd – Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar, li ser daxuyaniyên Wezareta Petrolê ya Iraqê ku gotibû, di nav hefteyekê de hinardeya Petrola Kurdistanê û Kerkukê bo Tirkiyeyê dest pê bike daxuyanî da.

Wezîrê Tirk ji Reutersê re ragihand ku hîn li ser dema destpêkirina hinardeya petrolê ji Iraqê agahî ji wan re nehatiye.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayyan Ebdulxenî roja duşemê gotibû, hinardeya petrolê ya du sal berê rawestiyabû di nav hefteyekê de dest pê dike û dê SOMO ya Iraqê jî rojane 300 hezar bermîl petrol ji Herêma Kurdistanê werbigre.

Parve bike: