Kurdistan
Jimara koçberên li Kurdistanê hat ragihandin
PeyamaKurd- Rêxistina karên koçberan bo Rûdawê ragihand ku li Kurdistanê 250 hezar koçber bicîh bûne. Serokê rêvebiriyê Arî Celal ragihandiye ku 250 hezar koçber li Kurdistanê bicîh bûne û ji wan 20 hezar û 575 heb ji Tirkiyê ne an ji Kurdistana Tirkiyê ne. 13 hezar û 162 kes ji Îranê, 756 kes ji Fîlîstînê û yên mayî ji Kurdistana Sûriyê ne.
Piraniya koçberan ji xwe re xaniyan îcar kirine. %37 ê wan li Hewlêr, Silêmaniyê Duhokê bi temamî li 38 kampan dimînin. 30 hezar koçberên Sûriyê jî dageriyane welatê xwe. Arî Celal ragihand ku xizmeta bo koçberan tê dayîn, ne di asta ku tê xwestin de ye.