TR KU SO
FB X
Kurdistan

Jinekî bi tivinga pompeyî avêt ser nexwesxanê û xebatkaran rehîn girt

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 06 cotmeh 2024 02:32

PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê jinekî bi tivinga pompeyî avêt ser nexweşxanê û xebatkaran rehîn girt. Xebatkar ji tirsa xwe xistin binê maseyan. Jina avêt ser nexweşxanê ji aliyê hêzên parastinê de hat desteserkirin.

Li gor çapemeniyê; jina bi navê B.G. (45) ku pirsgirêkên wê yên derûnî hene, bi tivinga pompeyî avêt ser nexweşxana bajêr ya Necip Fazıl ser beşa jinan û zarokan. Xebatkaran tehdîd kir û parastvanekî wê desteser kir.

Polîsên ku çûn nexweşxanê, jinikê girtin û wê birin baregeha asayîşa Maraşê. Îfadê wê li baregehê tê sitendin.

Parêzgeha Maraşê ragihand ku piştî îfadên wê li baregeha asayîşê temam bibe, dê wê bişînin dadgehê.

Parve bike: