TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | Berpirsekî payebilind ê rêxistina terorîst a DAISê hat girtin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 19 hezîran 2021 15:29

PeyamaKurd – Li Kerkûkê berpirsekî payebilind ê rêxistina terorîst a DAIŞê, ji aliyê polîsê Kerkûkê û saziya îstixbarata Iraqê ve hat girtin.

Rêveberê polîsê Kerkûkê Emîd Kawa Xerîb diyar kir: ‘‘Şeva borî 18.06.2021ê ji aliyê hêzên polîsê Kerkûkê û saziya îstixbarata Iraqê ve berpirsekî rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Kerkûkê hate girtin.’’

Herwiha Emîd Kawa Xerîb da zanîn: ‘‘Ew terorîstê berpirsê alîkariyê darayî yên DAIŞê bû û ji Diyale hatiye Kerkûkê û pişt re hatiye girtin û lêkolîn û lêpirsîn derbarê wî de hatiye kirin.’’

Parve bike: