TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | Bi operasyonekê vesargeheke DAISê hat bombebarankirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 14 sibat 2022 14:37

PeyamaKurd Li Kerkûkê bi operasyonekê, veşargeheke DAIŞê bi F-16yan hat bombebarankirin û 20 moşek li deşta Neynewayê hatin dîtin.

Li gor Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê belav kir, di operasyonekê de, veşargeheke DAIŞê li geliyê Zexêtûn li başûrê Kerkûk hat bombebarankirin.

Hat eşkerekirin, operasyon bi rêya balafirên F-16 hate kirin û veşargeha teroristan hat wêrankirin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê da zanîn, ew ê pişt re hûrgiliyên zêdetir derbarê vê operasyonê de ragihînin.

Herwiha ji aliyekî din ve, li navçeyeke deşta Neynewayê, 20 moşek hatin dîtin û li bakurê Bexdayê jî, çekdarekî DAIŞê û 15 bombeyan hatin desteserkirin.

Parve bike: