TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | DAISê êrîsî Hesda Seibî kir

Leyla Denli
Nivîskar
📅 04 gulan 2021 13:59

PeyamaKurd – DAIŞê, do êvarî li sînorê parêzgeha Kerkûkê êrîşî Heşda Şeibî kir.

Li gor Qeymeqamê qezaya Daqûq Luys Fendî diyar kiriye, çekdarên rêxistina terorîst ê DAIŞê li gundê Beşîr ê Tazexurmatuyê, êrîşî Heşda Şeibî kirine.

Herwiha zanyarî didin zanîn, çekdarekî Heşda Şeibî hatiye kuştin û 2 çekdar jî birîndar bûne. Birîndarên Heşda Şeibî ji bo nexweşxaneya Azadî ya Kerkûkê hatine veguhestin.

Gundê Beşîr, gundekî Turkmenişîn e û ser bi nahiya Tezaxurmatuyê ye û dikeve başûr bajarê Kerkûkê û hêzeke Turkmen a Kerkûkê li herêmê ye.

 

Parve bike: