Kesên rûpûskirî li Efrînê zarokê 16 salî kêr kirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Efrînê kesên rûpûşkirî, bi kêrê êrîşî zarokekî 16 salî yê efrînî kirin û ew birîndar kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan f Efrînê ragihandiye, li navçeya Cindirêsê hin kesên rûpûşkirî li Efrînê bi kêran li Rodî Mihemed Çeqel ê 16 salî kirin.
Rêxistinê diyar kir ku wan kesan xwestiye Rodî Mihemed Çeqel ê rûniştvanê taxa Efrîna Nû bikujin.
Li gorî rêxistinê beriya niha jî zarokê Kurd Ehmed Xalid Mamo yê 15 salî ji aliyê çekdaran ve hatibû kuştin û termê wî jî avêtibûn bîreke li ser rêya Til Silorê.
Herwiha rêxistinê daye xuyakirin, li bajarê Efrînê bi tenê 26 dikanên taybet ên firotina çekan bi awayekî eşkere hene û tenê kesên li Efrînê bi cih bûne dikarin çekê hilgirin, lê li Kurdan ji bo parastinê jî çek qedexe ye.