TR KU SO
FB X
Kurdistan

Koalîsyon û HSDyê li Hesekê bi guleyên rastîn tetbîqateke hevbes pêk anîn

İlyas batu
Edîtor
📅 02 berfanbar 2025 16:47

PeyamaKurd – Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) şeva borî li bakurê Hesekê tetbîqateke leşkerî ya hevbeş li dar xist.

Çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku ev manovra li baregeha Qesrikê pêk hatiye û tê de guleyên rastîn hatine bikaranîn. Armanca vê çalakiyê wekî "perwerdehiya rûtîn û bihêzkirina hemahengiya navbera her du aliyan" hat diyarkirin.

Niştecihên herêmê dan zanîn ku dengê teqînan heta derengiya şevê hatiye bihîstin û balafirên şer li asîmanê herêmê nizim firiyane.

Parve bike: