TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kolberekî Kurd li sînorê Selvayê bi guleyên hêzên Rejîma Îranê birîndar bû

İlyas batu
Edîtor
📅 21 mijdar 2025 16:40

PeyamaKurd – Li gor agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, kolberekî bi navê Esed, xelkê Nodşehê, li ser sînorê Sevalayê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên Asayîşa Sînor a Komara Îslamî ya Îranê ve hat gulebarankirin û bi giranî birîndar bû.

Bûyer roja Pêncşemê, 20ê Mijdara 2025, li bilindahiyên çiyayê "Te Te" yê li Sevalayê pêk hat. Esedê ku paşnavê wî nehatiye eşkerekirin, rasterast rastî guleyan hatiye.

Kolberê birîndar, ji ber rewşa xwe ya cidî, ji bo wergirtina dermankirinê bo nexweşxaneyeke li bajarê Sineyê hatiye veguhestin. 

Parve bike: