TR KU SO
FB X
Kurdistan

Komîsyona Hilbijartinên Iraqê bersiva 'astengkirina hin aliyên siyasî' da

Hevi Turan
Nivîskar
📅 30 hezîran 2021 23:47

PeyamaKurd – Komîsyona Bilind a Serxbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, li ser îdiayên ku hinek aliyên dixwazin beşdarî hilbijartinên pêşwext ên 10ê Cotmeha 2021ê bibin têne astengkirin, daxuyanî da. Komîsyonê red kir ku hinek aliyên dixwazin beşdar bibin hatine astengkirin.

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinan Cumana Galayî li ser îdiayan got, “Ji bo beşdarbûna hilbijartinan astengî ji ti aliyekî re nayê derxistin. Nûçeyên bi wî awayî belav bûne bê bingeh in.”

Galayî herwiha diyar kir ku serlêdanên bo karta bîyometrî ya dengdanê dema wê heta 15ê Nîsanê hatibû dirêjkirin û kesên serlêdan nekiribin ew berpirsiyarîya wan e.

Berdevkê Komîsyonê eşkere kir ku li gorî sîstema bîyometrîk mafê 1 milyon kesên di salên 2000, 2001, 2002 û 2003an de hatine dinê bo dengdanê çêbûye.

Parve bike: